"DENG EK HAT GOHÊMİN" DENGEK"

hat guhê min ji binê zinaran
Nalîna şêrekî ku birîndar bû
Bi ser birîna xwe da kû dinaliya
Birîna wî ji dil jî gelek xedar bû
Dilop dilop xwîn ji birînê dihat xwar
Axa sar û tarî hêdî vedixwar
Teyr û tû bi ser da dikirin hewar
Dar û ber ji jana dil histuxwar mabûn
Kela dilê wî bû weke wolkana
Rêza çiya û bera ji ber dihejiya
Weke talaz rabe li ser haviya
Weke bahoz û tofanek rabibû
Birîna şêrê me hewqas xedar bû
Ew şêrên Kurdistanê ne, bê xwedî ne
Gelê cîhan doza wan bi rast dibîne
Doza wan jî parekî doza xwe dibîne
Ew karker, cotkar, rêncber, pale û gundî nin
Mafê çînî û çarenûsî divên pêk bînin
Divên rizgar bikin gel ji bin lep û destan
Lew nalîna şêrê me tê ji çiya û baniyan
Herkes xelas jîndar û nas li ser kurdistan
Da ku êdî kes nenale ji êş û birînan…


MAMOSTE. ŞİWAN PERWER

rÛpela yekemîn

NEMİR SEROK BERZANÎ

NEMİR SEROK BERZANÎ
MELA MİSTEFA BERZANI

22 Şubat 2011 Salı

CUDÎ PÎROZE

Çiyayê Cûdî

Ji Wîkîpediya
(Hat ragihandin ji Cudi)
Çiyayê Cûdî
Cudi2.jpg
Dîmena Çiyayê Cûdî
Bilindayî         2.114 m
CihŞirnex, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye
Koordînat37°22′10″Bk 42°20′39″Rh / 37.36944°Bk 42.34417°Rh / 37.36944; 42.34417
Çiyayê Cûdî is located in Tirkiye
Çiyayê Cûdî
Çiyayê Cûdî yek ji çiyayên mezin ên bakurê Kurdistanê ye. Çîyayê Cûdî dikeve navbeyna Şirnex û Silopiyê de. Cûdî ji wextê Nûh Pêxember, kû Gemîya wî heta îro jî meşhure û niha çîyayek gelekî giringe. Tête zanin, ku heta Gemîya Nûh Pêxember di wextê Tofana Nûh de liser çîyayê Cûdî sekinîye. Ji hingê û heta niha, Cûdî wekî çîyayek bi xêr tête naskirin. Her sal ji gelek derên Kurdistanê û heta ji derveyê Welat jî mirov dihatin ku herin ser Sefîneya çîyayê Cûdî. Mehek an jî heyvek sax diman liser Sefîneya çîyayê Cûdî.
Bes niha ji salên 1995 an pêde Çîyayê Cûdî hatîye qedexe kirin, ji ber ku eve 10 salin Tirkî Operasyonên xwe yên leşkerî di vê menteqê û heremê de bicih tîne.
Çîyayê Cûdî û daristanên wê di nav sala 2006 de gelek caran ji alîyê leşkerê Tirk ve hatîye şewitandin. Wextê ku xelkê herêma Şirnex, Cizîr û Silopî nerazîbûna xwe li dijî agiberdana çîyayê Cûdî nîşan didan, leşkeran ne dihêlan ku agir werde vemirandin. Îsal heta çar û pênc caran ji alîyê leşkeran ve agir berdane Cûdî[1].

[biguherîne] Cûdî di helbestan de

Çiyayê Cûdî
Serê çiyayê Cûdî tu raweste û binêr.
Axa welatê kurdan hemû zîv û tev zêr.
Ji wê dê tu dibînî Şernex, Zaxo û Cizîr
Sed heyf û sed mixabin hemî bê hakim û mîr
Gulî, Sindî, Silopî weko eynê diyar e
Bêspin, Bêþêr û Hevler hatin bi yadîgar e
Berde, Dêrgul, Herekol, heta bicit Piştkever
Tor û Singar û Bêxêr kêla Memê Beranber
Hemî qesta te dikin ey Cûdiyê miradan
Tu qiblegah î îro ji bo vî qewmê kurdan
Çendî xweþ î, bilind î tu ey çiyayê Cûdî
Te cend nav û nîþan hişt ji bo vî qevmê kurdî
Bejna te bejna Zînê, mêranî wek Memê Al
Dinalim ser te îro, ji qehran bûme evdal
Taca serê te zêrîn, tu serbilinê Eyran
Wextek hebî te zû da hemî ji bo te heyran
Heke nîzîk heke dûr, weko Mekeh Medînê
Ev ji cihek meqedes werin da em herinê
Ko roj hate rasta te, heval heyv û stêr in
Li vê rewş û xemla te hemî pêkve dinêrin
Selam û erzi hirmet ji bo Cudî Nûh-Nebî
Tu misteheq î fexr î bibêjî ma kî hebî
Botî bo te dibêjit hero sed car ezbenî
Taqê eywanan Kesra li pêş te her dikenî
M.E. Botî, Antolojiya Edebîyata Kurdî

[biguherîne] Çavkanî

  1. Tebaxa sala 2006an

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder